Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fehîm İşik: "Bûyerên 31'ê Adarê li Tirkîyê Provakasyonên Kontrolkiri ne."


31’ê Adarê li Tirkîyê bûyerên girîng qewimîn. 236 leşker û serleşkerên bersûcên Doza Balyozê çar sal in ku bi sedema li dijî hikûmetê plana derbeye leşkeri kirine, ji alîye dadgehê hatin beraat kirin.

Bûyera duyê ya girîng, qutbûna elektrîkê bû ku li seranser Tirkîyê qewimî ku ji 10‘ê sibê heta 8’ê êvarê dewam kir. Lê, hîn jî sedema qutbûna elektrîkê nehatîye eşkere kirin.

Bûyera sêyê ya rojê jî dîlgirtina dozgerê Doza Berkîn Elvan bû. Dozger Mehmet Selîm Kiraz, li ofîsa xwe ya Qesra Edlîyê ya Çagayanê li Stenbolê ji alîye du endamên rêxistina DHKPC’ê ya çepê Tirk hat dîlgirtin.

Daxwaza endamên DHKPC eşkerekirina navê her sê polîsên bû, ku bibûn sedema kuştina Berkîn Elvanê 15 salî, di dema bûyerên Parka Gezîye de.

Dîlgirtina dozger heta heştê êvarê dewam kir û di pevçûnê de dozger birîndar bû. Her du endamên DHKPC’ê hatin kuştin û dozger ji ber birînên giran, seetek piştî bûyerê jîyana xwe ji dest da.

Fehîm Işik, nivîskarê Kurd li Stenbolê ji Dengê Amerîka re van bûyeran şîrove kir.

Birêz Işik got pirsa gelo peywendî di nav çalakîya ser dozger û qutbûna elektrîkê heye tîne bîra mirov.

“13 sal in hikûmeta AKP'ê propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser tiştên erênî dikir, lê neha politikaya xwe guhert û dixwaze tirsek têxe nav dilê gel.”

Işik got provakasyonek bi kontrolkirî heye û wusa xuyaye heta hilbijartina bûyerên provakatîf wê dewam bikin.”

KHF_4_1_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:10 0:00

XS
SM
MD
LG