Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rehendî Pêșatekan: Alîkariyên Mirovahî Ji Bo Sûriyê


Şêxo Henan, Şepal Îbrahîm û Osman Miho Zade
Şêxo Henan, Şepal Îbrahîm û Osman Miho Zade

Di konfransa navnetewî ya sêyem a alîkariyên morovatî de ji bo Sûriyê ku li Kiwêt hat li darxistin, balyoza Amerîka bo Neteweyên Yekgirtî rêzdar Samantha Power ragihand ku Amerîka dê 508 milyon dolar dabîn bike ji bo xelkê di bin bandora șer de li Sûriyê.

Bi vî rengî pereyên ku Amerîka ji dema destpêkirina șerê Sûriyê di sala 2011an de dabîn kirî, digihin nêzîkî 3.7 milyar dolar.

Ev yek tê piștî ku Neteweyên Yekgirtî doza 8.4 milyar dolar kir ji bo Sûriyê û herêmê di sala 2015an de.

Eger em bidin ber çavan ku welatên beșdar di vê kombûnê de, soza 4 milyar dolar dan ji bo Penaberên Sûrî, û welatên derdora Sûriyê jî, ji aliyê xwe de alîkariyan dabîn dikin; gelo ev alîkarî ta kîjan astê digihin penaberan?

Gelo rêxistinên wek (UNHCR), pirogramna Xwarinê ya Cîhanî, (UNICEF) û gelekên din yên cîhanî û navxweyî; ta çi radeyê di belavkirina van alîkariyan de bi ser dikevin?

Bernameya Rehendî Pêșatekan, bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê ronî dike:

Endamê civata navxweyî ya hikûmeta Sûrî ya demkî li Kobaniyê rêzdar Osman Miho Zade ku li Tirkiyê dimîne; endamê komîta herêmî ya (PDK-S) li Libnan rêzdar Șêxo Henan Temir ku li Beyrûtê dimîne û her wiha endamê serkirdayetiya rêxistina (Soz) rêzdar Șepal Îbrahîm ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Rehendî Pêşatekan SW 04_01_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:04 0:00

XS
SM
MD
LG