Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenya: Di Êrîşa El Şabab de Herî Kêm 70 Kes li Zanîngehekê Hatin Kuştin


Wezîrê Navxweyî yê Kenya Joseph Nkaissery dibêje,di êrîşa mîlîtanên el Şabab de herî kêm 70 kes li zanîngeheke li bakurê rojhilata wî welatî hatin kuştin.

Nûçegîhanê pişka Somalî ya Dengê Amerîka Mohamed Farah Shire ragihand ku hêzên ewlekarî operasyoneke li dijî mîlîtanên dar dixin û dengê gule û bombeyan dihatin bihîstin.

Heta niha nayê zanîn ku çi li bi sedan xwendekar hatiye û rewşa wan çi ye.

El Şabab çend demjimêr piştî êrîşê, berpirsîya wê kiryara hovane rakir ser xwe û got, ew êrîşeke tolhildanî ye, jibo leşkerên Kenyayî ku niha li Somalî şer dikin.

XS
SM
MD
LG