Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenya Şîna Qurbanîyên Qirkirina El Şabab Digire


Kenyayî îro Înê şîna 147 qurbanîyên xwe digirin ku do Pêncşemê di êrîşa mîlîtanên el Şabab de li Zanîngeha Garissa hatibûn kuştin.

Di operasyona rizgarkirinê de 4 êrîşvan hatibûn kuştin, bi dehan xwendekarên din jî birîndar bibûn.

Hikûmeta Kenya ragihand ku ewê $220,000 xelat bide wan kesan ku agahî li ser şûna endamê el Şabab Mohammed Mohamud Kuno peyda bikin, ku girêdayî qirkirina Garissa tê xwestin.

Karbidest guman dikin Kuno ku herwiha bi navên Gamadhere yan Dulyadayna tê nasîn, berpirsê el Şabab e ku operasyonên dijî Kenya rêve bibe.

Hêzên ewlekarî yên Kenyayî dora 15 demjimêr şerê êrîşvanan kiribûn ku xwendekarên dîlgirtî rizgar bikin.

Di operasyonê de 4 mîlîtan hatibûn kuştin û pirtir jî 500 xwendekar jî hatibûn rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG