Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport Dibêje di Adarê de 126 Hezar Karên Nû li Amerîka Zêde Bûn


Wezareta Kar ya Amerîka îro Înê radigihîne ku di meha borî de 126, 000 karên nû li Amerîka zêde bûn.

Raporta Wezareta Kar dide zanîn ku rêjeya bêkarî jî di asta nizim ya % 5.5 de ye.

Zêdebûna karên nû di bin pêşbînîyên aborîzanan e ku du car pirtir karên nû çaverê dikirin.

Raport dîyar dike ku di sektorên wek xizmetkarî û xwaringehê de hejmara karên nû pirtir bûne.

Lê, di sektora madengerî ku derxistina petrol jî nav de, hejmara karên heyî hatiye xwarê, ku ew jî bi erzanbûna buhayê neftê ve tên girêdan.

Hin pisporên din jî îdia dikin ku zivistana dijwar jî di bilindnebûna karên nû de roleke neyênî lîstîye.

Wezareta Kar ya Amerîka dide zanîn ku li Amerîka 8.6 mîlyon kes di meha Adarê de bêkar bûn.

XS
SM
MD
LG