Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barack Obama: Rêkeftina Li Gel Îranê Encama Dîplomasiyeke Dijwar Bû


Serokê Amerîka Barack Obama dibêje çarçoweya rêkeftina navokî li gel Îranê bașe û ew bi riya diplomasiyeke dijwar pêk hat.

Rêzdar Obama di axaftina xwe ya heftane de, îro șemiyê got Îranê enbar nekirina kerestên pêwîst ji bo avakirina Bomba navokî pejirand. Serok têbînî da ku vekolerên navnetewî dê bi awakî bêhempa karibin bigihin programa Îranê ya navokî ji ber ku wê vekolîn li wir bêhtirî her welatekî din bibin. Eger Îran hewil bide sextekariyê bike cîhan dê bizane. Bingeha vê lihevhatinê ne bawerî ye, ew li gor serok, vekolîneke bêhempa ye.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî dibêje, çarçoweya rêkeftinê li gel hêzên cîhanê dê mafê Îranê yî navokî biparêze û wê ji cezayên navnetewî rizgar ke.

Wî got pêșketinên programa navokî ya Îranê, ne li dijî çi welatan in. wî her wiha soz da ku Îran dê pêgir be bi rêkeftinê heta ku aliyê din pêgire bi sozên xwe.

XS
SM
MD
LG