Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kînya Gurûpa el-Şebab Soza Komkujiyeke Din Dide


Kenya University Attack
Kenya University Attack

Çekdarên gurûpa el-Șebab ku berpirsiyariya xwe ragihand ji dor kuștina 148 kesan roja pênșemê li zanîngeheke welatê Kînya, soza komkujiyeke din dan.

Daxuyaniya el-Șebab îroj șemiyê got, ”çi pîvanên saxlemî û hayedarbûnê nikarin parastina we gerantî bikin û nehêlin komkujiyên din li bajarên we bibin.” Daxuyaniyê di berdewamiya xwe de got,”Bajarên Kînya dê di bin xwîna sor bimînin.”

Wezîrê navxweyî yê Kînya Joseph Nkaissery, derengî roja înê got bi kêmanî sê kes hatin girtin gumane ku wan pêwendî hene li gel êrîșa li ser zanîngehê.

Tê zanîn ku êrîșkerên el-Șebab, berbanga roja pênșemê, êrîșî zanîngehê kirin û bê ciyawazî gulle barandin. Li gor kesên dîtî, çekdaran piștre Mesîhî ji xwe re kirin armanc û hinek Misilman azad berdan.

XS
SM
MD
LG