Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yek ji Êrîşbirên Komkujiya Kenya Kurê Karbidestekî Hikûmetê Ye


Desthilatdaran li Kenyayê nasnameya yekî ji çekdarên el Şebab yên ku 148 kes li zanîngeheke kuştin, eşkere kirine. Ev êrîşbir wekî kurê karbidestekê hikûmeta Kenyayê hatiye naskirin.

Berdevkê Wezareta Hundir ya Kenyayê îro Yekşemê got ku Ebdirehîm Ebdullahî yek ji wan êrîşbirên xwekuj yên komkujiya roja Pêncşemê bû li Zanîngeha Garissa. Berdevkê wezaretê got ku karbidestê hikûmetê wexteke zûtir ragihandibû ku kurê wî winda bûye.

Hemdem, welatiyên Kenya Cejna Qiyametê îro Yekşemê jibo qurbaniyên komkujiya Pêncşemê terxan kirin. Merasîmên Cejna Krîstiyanan li jêr ewlekariyeke tund li seranserî welêt birêve çû.

Di pêşketineke din de, berpirsê ewlekariya Kenyayê berevaniya bersivdana hêzên ewlekariyê jibo êrîşan kir.

Ajansa Fransî ya Nûçeyan radigihîne ku heft demjimêr di ser êrîşê re derbas bûn berî ku hêzên taybet bigihêjin cihê bûyerê, piştî ku ji Nairobi ya paytext ber bi wir ve çûbûn. Hinek rojnamevanên ku ji Nairobi hatibûn, gotin ku ew berî hêzên taybet gihiştin cihê bûyerê.

XS
SM
MD
LG