Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Biryara Ser Tevlîbûna Koalîsyona Saudî Dinirxîne


Wezîrê Berevanî yê Pakistanê Khawaja Muhammad Asif ligel hevtayêp xwe yê Saudî Muhammad bin Salman li Riyad
Wezîrê Berevanî yê Pakistanê Khawaja Muhammad Asif ligel hevtayêp xwe yê Saudî Muhammad bin Salman li Riyad

Wezîrê Berevanî yê Pakistanê Khawaja Muhammad Asif îro Duşemê dibêje ku Erebistana Saudî ji wan xwestiye ku bi leşker, firok û keştîyên ceng, piştgirî bide operasyona wan li Yemenê.

Asif ew gotinên xwe îro di rûniştineke taybet ya parlemanê de, ku li ser cîhgirtina Pakistanê di koalîsyonê de hate kirin.

Pakistanê berê soz dabû ku destek bide bizavên koalîsyonê, lê heta niha bi awayekî berbiçav ti piştgirî nedabû.

Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Sharif jî gotibû ku ewê Erebistana Saudî ji êrîşên derveyî biparêzin.

Koalîsyona herêmî ya bi pêşengîya Erebistana Saudî, jibo piştgirîya Serokê Yemenê Abd-Rabbu Mansour Hadi, berî du hefteyan dest bi êrîşên esmanî yên dijî serhildayên Husî yên Şîa kiribû.

Hadi jiber pêşveçûna serhildayan ji Yemenê revîbû û çûbû Erebistana Saudî.

XS
SM
MD
LG