Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Yemenê 100 Hezar Kes jiber Pevçûnan Koçber Bûn


Ajansa zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dibêje, dora 100,000 kes jiber şerê li Yemenê ji cîh û warên xwe koçber bûn û zarok jî di bin xetera nexweşîyan de ne û berdewam tên kuştin.

UNICEF bi daxuyanîyekê got ku li seranser Yemenê gelek kes malên xwe terkandine û çûne cîhên ewle, loma jî giwaştin ûzextên ser nexweşxane û xizmetên din pirtir bûne.

UNICEF herwiha dide zanîn ku jiber koçberîyê, saxlemîya zarokan di xeterî de ye û perwerdeya wan jî rastî astengîyan tê.

UNICEF bangeke taybet kir ku zarok û malbata wan li gor qanûna mirovahî ya navnetewî bêne parastin.

XS
SM
MD
LG