Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kenyayî bo Qurbanîyên Qirkirina Garissa Rêdeçûnekê Dikin


Kenyayî di roja sisêyan ya şîngirtinê de behîya qurbanîyên qirkirina hefteya çûyî ya Zanîngeha Garissa digirin û rêdeçûnekê pêk tînin.

Xwepêşandêr îro Sêşemê li parkeke paytaxt Nairobi civîn ku serpêhatîyên xwe yên ser 148 xwendekarên kuştî parve bikin û daxwaza xurtkirina tedbîrên ewlehîyê ji hikûmetê bikin.

Xwenîşandêr bi kincên reş û di destê wan de bi kulîlkan hatin cîhê xwepêşandanê û destnivîsên ser bîranîna qurbanîyan bilind kirin.

Gruba mîlîtan el-Şabab berpirsîya êrîşa Pêncşema borî rakiribû ser xwe û gotibû ku jiber rola Kenya ya di şerê dijî wan de ew êrîş pêk anî.

XS
SM
MD
LG