Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirk Erdogan jibo Hevdîtinên Bilind li Îranê ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Tehranê ye ku hevdîtinên asta bilind ligel karbidestên Îranê bike, di vê demê de peywendîyên du alîyan jiber kêşeya Sûrîyê û Yemenê girj û aloz in.

Birêz Erdogan ku bi şandeyeke li Îranê ye, berî ku hevdîtineke ligel rîberê rûhanî Ayetollah Ali Xameneyi bike, bi Serok Hesen Ruhanî re kom bû.

Ajansa IRIN dide zanîn ku Ruhanî û Erdogan hevbîr bûn ku agirbesteke demûdest li Yemenê cîh were.

Ruhanî got, divê Îran, Tirkîye û hevalbendên herêmî rewşeke wiha ava bikin ku aştî û aramî were Yemenê û hikûmeteke hembêzkar pêk were.

Hin qanûndanêrên Îranî daxwaz kiribûn ku serdana Erdogan were betal kirin, piştî ku wî bi eşkereyî piştgirîya êrîşên esmanî yên dijî serhildayên Husî yên Şîa kiribû.

XS
SM
MD
LG