Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştîyên Şer yên Îranî Nav Êrîşên Esmanî de Diçin Yemenê


Keştîyên Îranî (Arşîv)
Keştîyên Îranî (Arşîv)

Medyaya dewletî li Îranê radigihîne ku keştîyên şer yên Îranî ber bi Yemenê ve rê ketin.

Press TV îro Çarşemê ji zarê amîral Habibollah Sayyari ragihand ku fîloya wan wê ewlehîya gemîyên Îranî di misoger bike.

Di nav fîloya Îranî de keştîya destroyer û gemîyeke din jî heye ku ber bi Kendava Adenê Bab al-Mandab, ku xala serekî ya giheştina Kanala Suez e, ve diçin.

Misir jî çend berê çend keştîyên şer ji peravên Yemenê re şandibû.

Hêjayî gotinê ye, şandina keştîyên Îranê di vê demê de tê, ku koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî, êrîşên ser serhildayên Şîa yên bi piştgirîya Îranê didomîne.

XS
SM
MD
LG