Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YE Biryara Toleyên Aborî Ser Banka Îranî û 32 Şîrketên Din Dide


Yekîtîya Ewrupa toleyên aborî yên ser bankeke Îranî û 32 fîrmayên kargo jinûve karîger kir, piştî ku dadgeheke Ewrupî demeke zûtir ya vê heftê biryar li ser wê yekê dabû.

Yekîtîya Ewrupa îro Çarşemê Bank Tejarat û 32 kompanîyên din xist lîsteya ambargoya aborî, çend roj piştî ku Îranê ligel hêzên cîhanê giheştibû rêkeftineke navokî.

Di daxuyanîya fermî de Yekîtîya Ewrupa ragihand ku Bank Tejarat piştgirîyeke xurt dide hikûmeta Îranî, bê rêya pêşkeşkirina çavkanîyên aborî û xizmetên bo neft û gaza xwezayî.

XS
SM
MD
LG