Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ekrem Heydo: Sînema Jîngehek Gelekî Baş e ji bo Pênasîna Pirsgirêka Kurdî bi Cîhanê ve


Ekerm Heydo yek ji derhînerê Sînema Kurdî ye, ji Rojavayê Kurdistanê yê, ku nuha li Elmaniya dimîne, û kar û xebata xwe ya hunrî dike wekû derhîner û kamêreman jî.

Ekrem Xwendina sînema li Elmanya qedandîyeû ev serê çend salane bi telvizyon û derhênerên Elman re kar û xebata xwe dike, li kêleka berhmên xwe uên taybet, çi nivîsandina sînaryo, mamosteya sînema, kişandina dîmenan û derhînerî.

Di hevpeyvîna derhîner Ekrem Heydo de bi Dengê Amêrîka re di Bernama Deng û Reng de, pêwenî û hezkirina xwe ji Sînema re kufş kir di êş, zar û kêfxweşiya wê de.

Birêz Ekerm dibêje: “sînema jîngehek gelekî baş e ji bo pênasîna pirsgirêka Kurdî bi seranserî Cîhanê re."

Herwisa jî Ekrem dibêje ku jiyan kurdî bi xwe mîna filimekî dramtîkî ye û hîna xav û xuristî ye, gelek kar li ser tê kirin ji ber girîngiya dêmen û wêneyan di hevoka kurdî û hişemendiya wê de.

Akram Heydo 1
Akram Heydo 1

Ekerm filmê Belgeyî (Helpça) derhînand li ser çîrokên zarkên ku ji Helpça wenda bibûn û paşê hatin dîtin. Ev filim xelatên girîng wergirtine û başdarî gelek festîvalan jî bû ye.

Nuha jî Ekrem li ser filimekî nû kar dike bi nave (Buhşta min) li ser rewşa Rojavyê Kurdistanê ye, û bûyerên nû li wir di şerê li dijî DAIŞ û penaberiya niştecihên wê.

Ekrem hêviyên xwe di pêşerojê de bi me re hevpar kir û herwisa jî xemgîniya xwe .

please wait

No media source currently available

0:00 0:14:28 0:00

Ji bo temaşekirina reklama filmê Helebçe, vir klik bikin. Ji bo temaşekirina wergirtina xelata Festîvala Navneteweyî ya Dubai, vir klik bikin.

XS
SM
MD
LG