Karbidestên Afganî dibêjin, êrîşvanekî xwekuj îro Înê konvoyeke hêzên Amerîkî kir armanc û herî kêm 4 kuştin, 12 kesên din jî birîndar kirin.
Êrîş li nêzîkî firîngeha li bajarê Celalabad ya paytaxta herêma Nangarhar qewimî.
Berdevkekî polîsên herêmî got ku qurbanîyêm êrîşê sîvîlên Afganî ne û nav wan de Amerîkî tuneye.
Talîban bi daxiyanîyekê berpirsîya êrîşê rakir ser xwe.