Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP’ê Berbijêrên Xwe yên Stenbolê bi Gel Da Naskirin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku bi navê xwe dikeve hilbijartinên giştî yê parlamena Tirkîyê, danasîna berbijêrên xwe yên bajaran didomîne.

Namzedên HDP’ê yên Stenbolê bi bernameyeke taybet li meydana Kadikoy bi beşdarîya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş roja Yekşemê hatin nasandin.

Li Stenbolê wekî berbijêrên parlemanê Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, endama şandeya Îmrali Pervîn Buldan û gelek nûnerên pêkhateyên civaka Tirkîyê yên ji netew û olên cuda hatine destnîşan kirin.

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş di axaftina xwe de rengînî û pirdengîya berjibêrên HDP’ê bi bîr xist.

“HDP mîna gelên Anadolê, Kurdistanê û Mezopotamyayê bi rengînî, pirdengî ku heta niha ti partîyekê cesaret nekirîye derket pêşîya gelan. Jiber ku li ser milê me barekî giran heye, emê şev û roj bixebitin û vî barî bi hevre hilgirin.”

Demîrtaş taybetî li ser rûdana Agirî’yê rawestîya û operasyona artêşê wekî senaryoyeke çêkirî ya provokasyonê bi nav kir.

“Tiştê ku li Agirî’yê qewimîye, wekî ku Erdogan îdia dike ne pevçûn e, lê operasyoneke provokatîf e ku berê de hatîye danan. Hevalên me yên rêvebirên HDP leşkerên birîndar ji cihê pevçûnê derxistin. Divê sererkanîya giştî û AKP hesab ji wan kesan bipirse ku ev provokasyon kirine.”

Hevserokê HDP’ê hişyarî da ku dibe heta hilbijartina 7’ê Hezîranê provokasyonên mîna ya Agirî’yê werin dubare kirin.

ST_4_13_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG