Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Hêzên Ewrupî Banga Agirbestekê li Lîbya Dikin


Amerîka û hêzên Ewrupî giwaştin li ser grubên rikeber yên Lîbyayî dikin ku bê şert agirbestekê qebûl bikin.

Lê, tundîya ku ji sala 2011ê vir ve berdewam e, îro Duşemê careke din gur bû, piştî ku otomobîleke bi bombe li pêş balyozxaneya Mexribî ya li paytaxt Trablus hate peqandin.

Di peqînê de kuştî nehat ragihandin, lê zîyanên maddî li ser otomobîlan qewimîn.

Çend seet bêrê wê peqînê, jimareke çekdaran gule batandibpn ser balyozxaneya Koreya Başûrî û 2 nobedarên Lîbyayî kuştibûn û yekî din jî birîndar kiribûn.

Dewleta Îslamî (DAIŞ) berpirsîya her du êrîşan jî rakir ser xwe.

Hêjayî gotinê ye, banga Amerîka û hêzên Ewrupî di vê demê de tê ku danûstandinên jibo avakirina hikûmeteke yekgirtî li Cezayîrê berdewam dike.

XS
SM
MD
LG