Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestê Îranî Dibêje Rûsya Dikare Îsal Sîstema Berevanî Bigehîne Wan


Sîstema berevanîya esmanî ya pêşketî, S-300
Sîstema berevanîya esmanî ya pêşketî, S-300

Serokê Civata Ewlekarî ya Îranê Ali Shamkhani Îranî îro Sêşemê got, Rûsya dikare heta dawîya salê, sîstema berevanîya esmanî ya pêşketî, S-300 bişîne bigehîne wan.

Daxuyanîya Shamkhani ya ajansa Interfax ya Rûsî rokejê piştî biryara Serokê Rûsya Vladimir Putin tê, ku qedexeya pênc salan ya peydakirina baterîyên muşekan li ser Îranê rakiribû.

Sekreterê Civata Ewlekarî ya Rûsî Nikolai Patrushev jî ji Interfax re got, dibe ku herî kêm ta şeş mehan bikşîne ku baterî bêne teslîm kirin.

Rûsya û Îran di sala 2008'an de peymaneke bu buhayê $800 îmza kiribû, lê ew peyman di 2013'an de hatibû cemidandin, piştî biryara ambargoya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya ser Îranê.

Amerîka do Duşemê xema xwe li ser biryara Putîn dîyar kiribû.

XS
SM
MD
LG