Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rola Nivîskarê Kurd di Șerê Sûriyê de


Pîr Rustem, Stêrê Çelo û Helîm Yûsif
Pîr Rustem, Stêrê Çelo û Helîm Yûsif

Eger em bidin ber çavan ku tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê ta roja îro nikare rengekî ji yekîtiyê yan hevbendiyekê ji bo xwe ava ke da ku karibe bi yek dengî bangî cîhanê ke.

Gelo nivîskarên Kurd ta kîjan astê ji hev ve nêzîkin?

Gelo ew hewil didin tiștê ku siyasetmedaran belav kirî bidin hev?

An jî ew bi du kesayetiyan dijîn, kesayetiyek dibêje ez dengê xelkê me û guh nadim nakokiyên partiyan û yek jî dibêje partiya min duriste û yên din jî hemî çewtin û nikarin bibin nûnerên milet!

Di nivîsên xwe de, nivîskarên Kurd ta kîjan radeyê dikarin xwe ji helwestên siyasî û nerîn teng rizgar kin?

Gelo pêwîst e nivîskar serbixwe be di nav vê gerîneka ku roja îro li Sûriyê bi tevahî û li Kurdistana Sûriyê bi taybetî dibe? An jî wî pêwîstî bi helwesteke siyasî ye diyar û așkere heye?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan vê babetê ronî dike:

Romannivîs Helîm Yûsif ku li Almanya dimîne; Çîroknivîs Pîr Rustem ku li Swîsra dimîne; û Helbestvan Stêrê Çelo ku li bajarê Kobaniyê li Sûriyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 4_14_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:59 0:00

XS
SM
MD
LG