Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasan Kaya: Bûyerên Agirî Kêrî Berjewendîya Hikûmetê Tê


Sîvîlên Kurd leşkerê birîndar radikin nexweşxanê
Sîvîlên Kurd leşkerê birîndar radikin nexweşxanê

Piştî bûyera Şemîya borî li navçeya Gîyadîn ya bajarê Agirî, nîqaş û gotûbêjên tund li Tirkîyê berdewam dikin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), hikûmetê tawanbar dike ku berî hilbijartinên giştî, dixwaze provokasyonan çêke û piştgirîya jibo wê hindiktir bike.

Lê, karbidestên hikûmetê bi tundî dijî wê îdîayê derdikevin û dibêjin jiber zext û giwaştinên PKK’ê yên ser gel, artêşê operasyonek li dar xistiye.

Nivîskar û lêkolîner Hasan Kaya, di vê hevpeyvîna Dengê Amerîka de bûyera li Gîyadîn’ê dinirxîne û dibêje divê meriv lê binêre ku berjewendîya kê di vê bûyerê de heye.

“Dema ez li vê bûyerê dinêrim, dibînim ku hikûmet ji bûyerên wiha feyda digire jiber ku îmaja HDPê xirab dibe. Kesên ku bi xurtî ne ligel HDP’ê ne, piştî bûyerên wiha dikarin ji wê dûr kevin û ew jî bide sedem ku HDP di bin benda hilbijartinê bimîne.”

Kaya balê dikşîne ku divê rêvebirên HDP di vê qonaxa narîn de hişyar bin û mecal nedin provkasyonên wiha ku dikarin zîyaneke mezin bidin hejmara dengên we.

XS
SM
MD
LG