Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ Dest bi Dayîna Kartên Nasnameyê Dike


Çend raportên medyayî radigihînin ku gruba tundrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) kartên nasnamê dide kesên ku di bin desthilata wê de dijî.

Fotoyên ku ji alîyê piştevanên DAIŞ’ê ve, di medya cîvakî de tên parve kirin, van kartên nasnameyan nîşan didin.

Hesaba Twitter ya ni navê The GreatISNation ku piştevanê DAIŞ’ê ye, di 11’ê Nîsanê de yek ji wan kartana twît kir. “Armanca DAIŞ ev e ku karta nasnameya bide welatîyên xwe û ew kar wê bi çîpeke taybet be ku sexteya wê neyê çêkirin.”

Di kartên ku di medya civakî de tên weşandin xuya dibe ku agahîyên nepênî yên wek gruba xunê jî tomar dibin.

Karînereke Twitterê ya bi navê Muslimah4Life, ku îdia dike ew li deverên bin kontrola DAIŞ’ê dijî, dide zanîn ku kartek dane birayê wê û ew û hevjînê wê jî çaverê ne ku karta wan bigeheje. https://twitter.com/offshore_race/status/587274289814102017

XS
SM
MD
LG