Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdulhakim Daş: HDP Mîlyonek Dengê Kurdên Stenbolê Bistîne Wê Bendê Derbas Bike


Piştî ku rêvebirîya Platforma Komeleyên Başûr û Rojhilat (DGD) jibo hilbijartinên 7’ê Hezîranê piştgirîya xwe ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re dîyar kir, Serokê Platformê Abdulhakim Daş jî wek namzedê parlamenterîyê yê Stenbolê hate destnîşan kirin.

Berbijêrê HDP’ê yê herêma 3’yêmîn yê Stenbolê Abdulhakim Daş, ku li ser navê platformê bi salan seroktîya 450 komeleyên bajar û bajarokên Kurdan dikir li ser beşdarbûna sîyasetê û pêvajoya namzedbûnê peyivî.

“Em bi salan e, jibo Kurdên koçberî bajarên mezin bûne, xebatên sîvîl dikin. Jiber ku pirsa Kurd û anîna demokrasîyê tenê bi van xebatan nedibû, rêvebirîya me biryar da ku piştgirîya HDP’ê di hilbijartinan de bike û ez jî wekî namzed hatim nîşandan.”

Birêz Daş dibêje, li gor zanyarîyên wan qasî 3 mîlyon Kurd li Stenbolê dijîn û nêzîkî 2 mîlyon dengên wan hene.

“Ger em tenê mîlyonek ji 2 mîlyon dengên Kurdên koçberên Stenbolê bistînin, wê HDP bikaribe bendê derbas bike.”

Abdulhakim Daş balê dikşîne ku ger HDP li ser pirsgirêkên aborî, sîyasî û civakî yên Kurdên koçberî Stenbolê bûne raweste, wê bi ser bikeve.

ST_4_15_2015
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG