Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Welatiyên Îspanî li Tirkiyê Hatin Girtin


Wezareta Hundir ya Îspanyayê dibêje, du welatiyên Îspanî li ser gumana peywendiya wan bi terorîstên cîhadî û endamên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) re, li Tirkiyê hatine girtin.

Mêrekî Mexribî û xanimeke Îspanî ku hevser in, li bajarê Melîla dijîn, ku ew jî herêmeke Îspanî li Bakurê Afrîka ye. Wezareta Hundir dibêje, herdu kes Oktobera bûrî ligel keça xwe ya 14 salî çûbûn Tirkiyê.

Li gorî daxuyaniyeke hikûmetê îro Şemiyê, karbidestên Tirk ew girtin piştî ku ji Sûriyê vegeriyan Tirkiyê û li wir man, li hêviya alîkariya lojîstîk û darayî ji aliyê Daîş ve.

Îspanya dibêje, hêzên wê yên polîsê hevkarî ligel dezgehên zanyariya Tirkiyê kirin jibo liv û tevgera herdu welatiyan bizanin.

Hikûmeta Îspanyayê zelal nekir kengî ev girtin pêk hatiye. Tirkiyê jî red kir ku li ser vê mijarê biaxive.

XS
SM
MD
LG