Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Îraqî Derdora Navenda Beîjî ya Neftê Kontrol Dikin


Karbidestekî pilebilind yê artêşa Îraqê dibêje ku hêzên Îraqî deverên derdora refîneya (navenda paqijkirina neftê) herî mezin li welêt misoger kirine û derbasî wir bûne, li nav şerekî giran ligel mîlîtanên Dewleta Îslamî (Daîş).

Ebdil Wehab el Seedî, komandarê leşkerî li parêzgeha Selahedîn, dibêje, hêzên artêşa Îraqê îro Şemiyê derbasî refîneya Beîjî ya neftê bûn, rojekî piştî ku jimareke mîlîtanên Daîş êrîşeke mezin li wir pêk anîn û bo demeke kurt beşekî biçûk ji wê deverê kontrol kirin.

Refîneya Beîjî li jêr kontrola hikûmetê maye, lê mîlîtanên Daîş derdora wê girtine û rê nedidan hêzên Îraqê ku derbasî wir bibin.

Hêzên Îraqê, bi piştgiriya mîlîşyayên Şîa û êrîşên asmanî yên koalisyona navneteweyî, li 1ê Nîsanê bajarê Tikrît, paytexta parêzgeha Selahedîn jinûve kontrol kirin. Artêşa Îraqê hêdî hêdî ber bi bakur ve diçe û hewil dide beşên mayî ji parêzgehê vegerînin.

XS
SM
MD
LG