Roja 18 Nîsanê Roja Kelepûra Cîhanî ye ku tê de huşdarî û balkêşî tê kirin li ser girîngiya şûnmayan û rola wan di nivîsandina dîrokê û pênasîna gelan de.
Profesorê ziman û çanda kevin ya Mezepotamya li Zanîngeha Mêrdînê Dr. Farûq Ismaîl di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîka de bal kişand li ser şûnmayên herêma Mezepotamya û girîngiya wê di dîroka cîhanê de.
Dr. Farûq dibêje, metirsîn li ser gir û şûnmayên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê heye ji aliyê grûpên tundrê û rejîma Sûrî ve ku wan tevan wêran bikin û bikin bingehên leşkerî ji çekdarên xwe re.
Dirêjahiya Hevpeyvîna Dr. Farûq di vê lînka jêr de ye.