Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qeyikeke Koçberan Binav Dibe û bi Sedan Kes Tê de Dibin Qurbanî


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Qeyikeke ku dihate bawer kirin 700 koçber tê de bûn û ber bi Ewrupa ve diçû, li nêzîk berava Lîbayayê binav bû.

Karbidest dibêjin, 28 kes ji bûyerê hatine rizgarkirin, lê tirs heye ku bi sedan ji kesên mayî di nav deryayê de binav bûne. Qeyik dora 193 kîlometran dûrî girava Lampedusa ya Îtalî binav bû.

Tê bawerkirin ku sedema binavbûnê ew e ku koçberan xwe dabûn ser aliyekî qeyikê û di encamê de balans û terazûya wê ketibû.

Hinek raport dibêjin, jimareke term li ber pêlan gihiştine beravên Lîbyayê.

XS
SM
MD
LG