Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komanderekî Îran: Nabe Çavdêr Navokî li Navendên Leşkerî Lêgerînê Bikin


Komanderekî mezin yê Îranê îro Yekşemê got, li jêr çi rêkeftinên navokî ligel hêzên cîhanê, ewê qedexe be ku çavdêr derbasî navendên leşkerî bibin.

General Hisên Selamî, cîgirê rêberê Hêzên Pasevanên Şoreşgerî, li ser televizyona dewletê got ku rêdana derbasbûna navendên leşkerî wekî radestkirinê tê dîtin.

Selamî got, “emê bi gulleyan bersiva kesên ku behsa vê mijarê dikin, bidin. Îranê dê nebe buhiştek jibo sîxoran. Emê cilika sor ji dijmin re ranexînin.”

Îran û şeş welatên mezin yên cîhanê li ser çarçoveya rêkeftinekê jibo rawestandina programa Îranê ya navokî li hember hilanîna sizayên abûrî lihev kirine. Ew hêvî dikin ku rêkeftina dawî 30ê Hezîranê pêk were.

Yek ji xalên wê çarçoveya rêkeftinê ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hatin derxistin, ewê ku Îranê rê bide ajansa navokî ya NY ku li navendên gumankirî lêgerînê pêk bînin. Lê Îran dibêje, divê ku sizayên abûrî di roja yekem ji bicîanîna xalên rêkeftinê werin hilanîn.

XS
SM
MD
LG