Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurtefilmê Leyla yê Derhêner Hozan Ebdo li Misirê Xelatekê Werdigire


Filmê bi navê Leyla yê derhênerê Kurd Hozan Ebdo li Enstîtuya bilind ya huner û şano li Misirê xelatek wergirt.

Film di 15 kêlîkan de beşekî ji jiyana nav qeyrana Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar dide.

Film bi zimanê Kurdî hate pêşkêşkirin bi lîstikvanên Kurd û Ereb ku cara yekê ye filmek bi zimanê Kurdî tê li Misirê temaşe kirin.

Hozan Abdo
Hozan Abdo

Di hevpeyvîna Derhêner Hozan Ebdo de bi Dengê Amerîka re, ew dibêje ku berxwedana Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nêrîna gelek kes guhertiye ji aliyê Kurdan ve û êdî qebûlkirinek ji Kurdan re tê kirin.

Birêz Hozan herwisa got ku ew li ser filmekî dirêj kar dike û dixwaze rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê bide pêş û zelal û ron bike.

Hevpeyvîna Hozan Mihemed Ebdo-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG