Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Misirî 20 Sal Cezayê Zindanê Dide Mursî


Dadgeheke Misirî, bi girêdana kuştina xwepêşandaran di 2012'yan de, cezayê 20 sal zindanîkirinê da serokê berê Mihemed Mursî.

Mursî ji cezayî kuştinê rizgar bû, lê ew û 12 rêber û piştevanên Biratîya Misilman (Îxwan) bi tawanên tirsandin û karanîna tundî li ser xwepêşandêran sûcdar hat dîtin.

Doza hember Mursî bi sedema êrîşên piştevanên Mursî yên hember xwepêşandarên dijber hatibû vekirin ku jibo protestokirina biryarên Mursî li pêş qesra seroktîyê civîyabûn.

Mursî hîngê fermanek derxistibû ku nabe biryarên wî bêne dadgeh kirin û ew yek jî bibû sedema nerazbûna dijberên wî.

XS
SM
MD
LG