Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî Rexneyên Tund li Erebistana Saudî Dike


Serokê Îranê Hesen Ruhanî dibêje, êrîşa Erebistana Saudî ya dijî Yemenê, jiber şikestinên wî welatî yên li qad û warên din e.

Ruhanî îro Sêşemê berî ku here Endonezya ji rojnamevan re peyîvî û heneka xwe bi Erebistana Saudî kir ku li ser Îraqş Surîyê û Lubnanê, xwedîyê xewnên pûç e.

Îrana Şîa ji mêjve Erebistana Saudî tawanbar dike ku Dewleta Îslamî li Îraq û Sûrîyê jî nav de, piştgirî dide mîlîtanên Sunnî.

Saudî jî Îranê xetebar dike piştgirî dide serhildayên Şîa yên Yemenê ku paytaxta wî welatî kontrol kirin û serok Hadi jî neçar kirin ku ji welatê xwe bireve.

Tehran û serhilda înkar dikin ku peywendîya wan heye, lê tê zanîn ku Îran piştgirîya sîyasî û mirovahî dide koma Husî ya Şîa.

XS
SM
MD
LG