Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Xwaringeheke Mogadişu de 5 Kes Hatine Kuştin


Ji peqîneke berê
Ji peqîneke berê

Di peqîna otomobîleke bombekirî de, li pêş xwaringeheke şenîbar de, herî kêm 5 kes li Mogadişu ya paytaxta Somalî hatin kuştin.

Nûçegîhanê Dengê Amerîka ku li cîhê bûyerê ye radigihîne ku 2 jin di nav qurbanîyan de ne.

Dr. Abdulkadir Abdirahman Aden ji Beşê Somalî ya Dengê Amerîka got ku 6 kesên din jî birîndar bûne û reng e hejmara kuştîyan pirtir bin.

Tê ragihandin ku karkarên qesra seroktîyê rojane diçin wê xwaringeha ku bûye armanca peqînê.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê şik li ser gruba el Şabab e ku gelek caran êrîşên wiha li bajêr dike.

XS
SM
MD
LG