Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Gotûbêja Derbasbûna Pêșmergeyên Rojava Bo Sûriyê


Ebdulbasit Hemo, Qado Şêrîn û Ehmed Şêxo
Ebdulbasit Hemo, Qado Şêrîn û Ehmed Şêxo

Ji dema ku șerê Sûriyê dest pê bûyî, berî bêhtirî çar salan, behsa hebûna hêzeke pêșmergeyên Rojava dibe, lê ta roja îro hîn tiștekî diyar nîne.

Herçendî di van demên dawî de babeta derbasbûna wan hinekî derket rojevê, lê li gor hinek șîrovekar ew tenê ji bo ragihandinê ye û hîn çi biryarên siyasî yên rijdî nînin.

Eger hat û ev hêz derbasî herêmên Kurdî bû li Sûriyê, gelo dê karibe bi awayekî durist bi erka xwe rabe? Gelo Dê hêzên deshelatdar li wir ango YPG hatina wan bipejirîne?

Bê hebûna rêkeftineke siyasî di navbera TEV-DEMê û ENK-S de, gelo hatina vê hêzê dê șerekî di navbera Kurdan xwe bi xwe de gur neke?

Lê li alîkî din, çima rêkeftin ewqas girîng e li welatekî ku bi dehan eger ne bi sedan be hêz û grubên çekdar hene û kes guh nade yên din?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mevanan vê babetê ronî dike

Nivîskar Qado Șêrîn ku li Bajarê Amsterdam, Holanda dimîne; Hevserokê TEV-DEM li Kobaniyê rêzdar Ehmed Șêxo ku li Kobaniyê, Sûriyê dimîne; û her wiha endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Ebdulbasît Hemo ku li bajarê Istenbol, Tirkiyê dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke

Sense & Stance 4_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:00 0:00

XS
SM
MD
LG