Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yemenê Êrîşên Nû yên Esmanî Destpê Dikin


Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî îro Çarşemê êrîşên nû li Yemenê dike, çend demjimêr piştî ragihandina sekinandina êrîşên esmanî ku ew mehek e berdewam in.

Êrîşên îro çeperên serhildayên Husî yên li bajarê Taiz û Aden'ê kirin armanc, di vê rojê de ku şerê ser erdê li her du bajaran berdewam dike.

Amerîka bi erênî pêşwazîya biryara Erebistanê ya sekinandina êrîşên esmanî kir. Wesra Spî bang li hemî alîyan kir ku demûdest werin ser maseya danûstandinan û hikûmeteke hembêzkar ava bikin.

Serokê Yemenê Abd-Rabbu Mansour Hadi do Sêşemê axaftineke televîzyonî pêşkêş kiribû û geşbînîya xwe dîyar kiribû ku krîza li welatê wî di demeke kin de dawî were.

Wî spasîya koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî kiribû û gotibû ku hikûmeta wî wê hêvîyên gelê Yemenê jinûve geş bike.

XS
SM
MD
LG