Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Îslamî Bajarekî li Başûr Rojavayê Sûriyê Kontrol Dikin


Rêxistineke çavdêriyê ya Sûrî dibêje, mîlîtanên Îslamî ber bi bajarokê stratejîk Cisir el Şixûr ve li bakur rojavayê Sûriyê çûne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ku bingeha wê li Brîtanya ye îro Şemiyê got ku serhildêr hinek parçeyên bajêr kontrol dikin.

Li gorî rêvebirê Çavdêriyê Ramî Ebdilrehman, Cebhet el Nusra û ketîbeyên din yên Îslamî piraniya bajêr kontrol kirine û zorî li hêzên hikûmetê kirine ku ji wir derkevin.

Lê belê, hinek raport hene dibêjin ku hîn şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û mîlîtanên opozisyonê de berdewam in.

Adara bûrî, el Nusra û rêxistinên din bajarê Idlib, paytexta parêzgeha Idlibê kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG