Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezareta Derve ya Sûriyê Biryarek jibo Nûkirina Pasaportan Derxist


Wezareta Derve ya hikûmeta Sûriyê biryareke fermî derxist da ku penaberên Sûrî li derve karibin paseportên xwe nû bikin, bêy lêvegera saziyên asayîşê û karûbarên penaberan li Şama paytext.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, dadwerê berê Riyad Alî dibêje, ev biryar rewayî ye û kes nikare gumanê tê de bike.

Birêz Riyad herwisa dibêje, hikûmeta Sûriyê bi zanebûn karê xwe dike û sûdeke mezin ji vê biryarê werdigire, him ji aliyê siyasî ve û him jî ji aliyê abûrî ve. Birêz Alî got, dê gelek pere bên dan jibo standina paseportan ji aliyê jimareke mezin ji penaberên Sûrî ve.

Riyad Ali-04-25-15-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:19 0:00

XS
SM
MD
LG