Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papayê Vatîkanê jibo Qurbaniyên Erdheja Nepalê Nivêj Dike


Papayê Vatîkanê Francis nivêja roja Yekşemê li Meydana Saint Peter jibo kuştî û qurbaniyên erdheja welatê Nepalê û deverên derdora wê kir.

Papa Francis li dema nivêja xwe ya heftane, banga alîkariyê kir jibo kesên ku ji erdhejê rizgar bûne. Wî got, ew jibo qurbanî û birîndar û hemû kesên jiber vê bobelatê ziyan dîtine, nivêj dike. Wî herwiha daxwaz kir ku piştgirî ji wan re were pêşkêşkirin.

Wezîrê derve yê Vatîkanê roja Şemiyê peyameke fermî ya sersaxiyê şand, tê de bang li tîmên rizgarîkirin kir ku karê xwe berdewam bikin.

Di encama erdjeha bi hêza 7.8 li ser pîvana rexter, bi kêmî 1900 kes li Nepalê hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG