Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Hêzên Îranê: Erebistana Saudî Xayîn e


Mihemed Elî Ceferî, fermandarê Hêzên Şoreşgerî li Îranê.
Mihemed Elî Ceferî, fermandarê Hêzên Şoreşgerî li Îranê.

Serekê hêza Pasevanên Şoreşgerî li Îranê îro Duşemê Erebistana Saudî bi xiyanetkirina cîhana Îslamî tawanbar kir û got, ew wekî qiralgeha Îsraîlê ye.

General Mihemed Elî Ceferî jibo ajansa fermî ya nûçeyan li Îranê (IRNA) got, “îro Saudiyên xayîn li ser rêka Îsraîlê dimeşin.”

Ceferî herwiha got, “Erebistana Saudî bê şerm û fedî welatekî bombebaran dike ku xelkê wê şerê sîstema hêzên cîhanê dike.”

Mebesta generalê Îranî Yemen bû, welatê ku koalisyona bi serkêşiya Erebistana Saudî êrîşên esmanî li dijî serhildêrên Şîa yên Îran piştgiriya wan dike, pêk tîne.

Îran piştgiriya siyasî û mirovahî daye serhildêrên ku bi navê Husî tên nasîn, lê ew red dike ku çek dabin wan. Husiyan sala bûrî Senaya paytext kontrol kirin û serokê Yemenê neçar ma ku ji welêt derkeve.

Rêberên Îranê bi berdewamî rexne li van êrîşan esmanî kirine. Rêberê Bilind yê Îranê Ayetollah Elî Xameyî êrîşên esmanî bi serkêşiya Erebistana Saudî wekî “jenosîd” da zanîn.

XS
SM
MD
LG