Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Bahozeke Xurt de 45 Kes li Pakistanê Dibin Qurbanî


Karbidestên Pakistanî dibêjin, jimara kuştiyên jiber seqayê xirab li bakur rojavayê welêt gihiştiye 45 kesan.

Muştaq Xenî, weîzrê ragihandinê li stana Xeyber Paxtunxwa îro Duşemê agahiyên herî dawî di vê derbarê de da. Wî got, bi sedan xelk hatine rakirin bo nexweşxaneyan jî.

Bahoza ku derengî Yekşemê destpê kir, baraneke giran û bayekî bi hêza 120 kîlometer di demjimêrekê de bi xwe re anî. Di encamê de bi sedan xanî hatin xwarê, dar ji qurmê xwe de rabûn û beştên elektrîkê jî hatin xwarê.

Berpirsê karûbarên seqayî Mihemed Henîf dibêje, ev bahoz bû encama tornado.

Muştaq Xenî jî dibêje, bi hezaran xelk bi cih û war mane. Artêşa Pakistanê û ajansên sivîl operasyonên alîkarî û rizgarîkirinê li wê deverê destpê kirine.

XS
SM
MD
LG