Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Erdheja Kujer, Alîkarî Digihêje Nepalê


Tîmên rizgarîkirin û alîkariyê digihêjin paytexta Nepalê, Kathamandu, du rojan piştî erdhejeke bihêz bêtirî 3700 kuştî û bi hezaran birîndar li dû xwe hişt.

Lêgerîn li nav deverên wêranbûyî her berdewam dibin, bi hêviya dîtina kesên nemirî. Li gorî raportên medyaya civakî û ajansên navneteweyî, jiber hebûna paşmayên erdhejê alîkarî hatiye astengkirin.

Li deverên dûr jî, peywendî hatiye birîn. Lewra tê bawerkirin ku jimara qurbaniyan her bêtir bibe.

XS
SM
MD
LG