Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidest Hewil Didin ku li Rewşa Aloz ya li Baltimore Kontrol Bikin


Piştî alozîyên dohî, karbidestên bajarê Baltimore hêzên Zerevanîya Netewî (National Guard) li bajêr cîh kirin ku tevlihevî û talankirinên heyî kontrol bikin, piştî merasîma Amerîkîyê reş Freddie Gray.

Fermandarê Maryland Larry Hogan li Baltimore rewşa tengavî ragihand û xwendingehên li bajêr îro Sêşemê girtî ne.

Bajarvanê Baltimore Stephanie Rawlings-Blake jî piştî bûyerên dohî qedexeya derketinê ya şevê ragihand ku heftekê bidome. Wê got, bajar yek ji rojên herî tarî li dîroka xwe jîyan kir.

Freddie Gray jiber birînên xwe yên dema bin kontrola polîsan de miribû û ew bûyer bibû sedema nerazîbûna civakî.

Xwendekarên lîseyê, piştî merasîma Gray neçûbûn dersê û ber bi navenda kirîn-firotinê meşîyabûn û dû re kiryarên wiha li seranser hemî bajêr belav bibûn.

XS
SM
MD
LG