Bi vexwendin ji Rêvebirîya Xweser ya Kantona Cizîrê konferansek bo piştgirîya avakirina Kobanê li bajarê Qamişlo hat li darxistin.
Partîyên sîyasî, rêxistinên sîvîl û kesayetên serbixwe di konferansê de amede bûn. Di konferansê de komîteya Kantona Cizîrê ya jinûavakirina Kobanê hate ragihandin.
Serokwezîrê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jibo Dengê Amarîka re wiha got:
"Konferans hat darxistin ji hazirîya Kantona Cizîrê bo kongreya Amedê û bo ku her kes û alîyên sîyasî berpirsyarîya xwe li hember Kobanê nîşan bide."
Wezîrê Derve Dr. Abdulkerîm Omer li ser karê komîtê axivî û got Kantona Cizîrê herêmeke bi çandina xwe tê nas kirin û çinîna zevîyan nêzîk bû ye. Emê alîkarîyan jibo Kobanê bidin hev û her wiha hin karên din jî."
Wezîra Diravê ya Kantona Cizîrê Remzîya Mihemed ji destnîşan kir ku 8.5% ji mîzanîya 2015 ya Kantona Cizîrê bo kobanê hat dabeş kirin. Mihemed herwiha got, berî niha 450,000 dolar hat şandin û ewê berdewam alîkarîyê bişînin.
Hevseroka Kantona Cizîrê Hedîya Yûsif hêvîya xwe bi civaka navnetwî anî ziman ku wê sozên xwe jibo alîkarîya Kobanê pêk bînin.