Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demîrtaş: Bi Gotina Tune ye, Pirsa Kurd Tune Nabe


Demîrtaş ligel meleyên Kurd
Demîrtaş ligel meleyên Kurd

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku berbijarê parlamenterîyê yê Stenbolê ye roja Çarşemê serdana esnafan, standa hilbijartinê ya HDP’ê û Komeleya Melayên Kurd kir.

Piştî pêşwazîkirina alimên olî yên Kurd, Serokê Komeleya Komeleya Hevkarî û Alîkarîyê ya Alimên Olî (DÎYA-DER) Mehmet Şimşek axaftineke bixêrhatinê kir.

Birêz Şîmşek spasîya Demîrtaş kir û got, “Ez bang li her kesî dikim li hemberê zilmê li cem rastîyan cihê xwe bistînin.”

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş jî bi hinceta vê serdanê rexneyên tund li Sazîya Seroktîya Dîyanetê ya Tirkîyê kir û li ser babetên rojevê daxuyanî dan.

“Em wek sîyasetvan dixwazin êdî ji van rojên teng derbasî aramîyê bibin. Wek partî jî em dixwazin pêngavan bavêjin.”

Demîrtaş xwest sazî û dezgehên olî li şûna xizmeta dewletê divê bê cudahî xizmeta tevahîya gel û bawerîyên civakê bikin.

“Xwedê ol ne jibo dewletan şandine. Divê êdî dewlet jî bi awayekî wekhevî nêzî hemû gel û bawerîyên civakê bibe û xizmeta wan bike. Dema ku em dibêjin bila ew sazî were rakirin, em dibêjin bila dizî û îhtîşama ku bi navê dîn dikin ji holê rabe. Serokwezîr dibêje, ‘Em nahêlin kes destê xwe bavêje ola me’. Bila li qisûrê nenêre, ew ol, we ligel sazîya dîyanetê ji xwe re çêkirîye. Êdî em rê nadin we ku hûn bawerîya olî ji xwe re bikar bînin.”

Hevserokê HDP’ê herwiha bersîv da gotinên Serokomar Recep Tayyip Erdogan ku di vegera serdana Qûweytê gotibû, ‘Yên bêjin pirsa Kurd heye, cudaxwazîyê dikin. Ti alîyekî em bi wan re rûnin tune ye. Ger hebe ev tê maneya hilweşîna dewletê’.

“Li vî welatî pirgirêkên herkesî hene. Lê yên Kurdan qatqatî wan in. Pêvajoyeke muzakereyan û çareserîyê heye. Ti maneya van gotinên ku jibo dengên neteweperestan bistînê û agir li welat geş bike tune ye. Her çiqas Serokomar bêje pirsa Kurd tune ye jî ev pirs tune nabe.”

Hevserokê HDP’ê di dawîya vê serdana xwe de, bi civîneke taybet bersîv da pirs û daxwazîyên seyda û melayên Kurd yên li Stenbolê.

Peyamnêr Salih Turan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG