Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rênas Jano: Pêşnîyaza Kongresa Amerîkî Ne Dabeşkirina Îraqê ye


Civata Nûneran ya Amerîkî
Civata Nûneran ya Amerîkî

Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Nûneran ya Amerîkî deng da bernivîsa pêşnîyazeke taybet bi xercîya bermanên çekî yên wezareta berevanîyê

Komîteya Xizmetên Çekdarî (Armed Services Commitee) ya Civata Nûneran ya Amerîkî deng da bernivîsa pêşnîyazeke taybet bi xercîya bermanên çekî yên wezareta berevanîyê.

Eve pişkeke ji budceya sala 2016an e û pêşnîyaza çekkirina hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Sunnîyan dike.

Divê, berî ku ew pêşnîyar bikeve pêş dengdana her du civatan, Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Civata Senatoran jî wê bernivîsê pesend bike.

Lê, niha miştûmireke germ li Îraqê peyda bûye û gelek alî ew gav wek dabeşkirina Îraqê dihejmêrin.

Di hevpeyvîneke ligel Dengê Amerîka de, Rênas Jano Muhamad, endamê komîteya peywendîyên derve di perlemana Îraqê de ev pêşnîyarê nirxand.

"Ev pêşnîyaza Kongresa Amerîkî ji dabeşkirinê pirtir, jibo ragirtina hevsenga hêza desthilatê li Îraqê ye."

Kerem kin jibo guhdarkina vê hevpeyvîna ligel Rênas Jano, linka jêrîn bitikînin;

Rênas Jano 04 30
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:44 0:00


XS
SM
MD
LG