Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 12 Polîs Tên Girtin Ji Bo vepirsînên Jîhadiyan


Dadgeheke Tirkîyê fermana girtina 12 polîsan da ku beșadar bûn di vêpirsînên dijî bikaranîna Jîhadiyan li welat, di bizaveke de ku tê dîtin wek dawîtirîn bizav ji aliyê Hikûmetê ve, di derbarê serxwebûna polîs, dozger û dadweran de.

Di dema berî hilbijartinên perlemanî yên rijdî de meha Hizêranê, pêlek ji tawanbariyan derçûn ji aliyê hikûmetê ve dijî efserên polîs û dozger û her wiha rojnamvanan, û di nîva heftê de serok Recep Tayyip Erdogan gote peyamnêran rexnevan divê” pêgir bin bi dewletê an jî tune bin.”

Fermana girtinê derçû ji aliyê dadgeheke bajarê Wanê ve, piștî girtina 19 efserên polîs li gelek parêzgehan dawiya heftê. dadgehê biryar da ku 12 ji wan girtiyan di girtîgehê de bimînin, bi tawana endambûnê di rêxistinên gunehkar de û guhdarîkirina ne rewa li pêwendiyên telefonan.

Efserên girtî vepirsîn dikirin di derbarê bikaranîna xelkê ji aliyê el-Qaidê ve û çalakiyên qaçaxiyê li Tirkiyê, di nav de jî, derbaskirina çekan ji bo serhildêran li bakurê Sûriyê.

Polîsê Sînor dibêje derbaskirina çekan pilankirî û parastî bû ji aliyê endamên Mîtê Tirkiyê ve, bi fermana Anqera.

Parêzerekî efserên girtî bi navê Mehmet Reșat Bozkurt, ji bo peyamnêran gilî kir li dor kêmbûna pîvanên dadgehkirinê û dîtina dadwer bo hindek belgeyên biçûk li dor bêgunehiya polîsan û got:

“Li gel ku Dêkomentên me ji 5 doseyan pêk tên, dadwer dest bi dadgehkirinê kir tenê piștî demjimêrekê ji ezmûnkirina Dêkomentan.”

Tê zanîn, pir caran behsa wê yekê dibû ku agahdariya Tirkiyê rê vedike ji bo derbaskirina çekan bo Jîhadiyan li Sûriyê. Serkirdeyên Tirkiyê tawana alîkariya Jîhadiyan red dikin di șerê Serokê Sûriyê de, Beșar Esed , ku Erdoxan soza da wî birûxîne.

Wegera Kurdî: Salih Demîcer

XS
SM
MD
LG