Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 1’ê Gulanê de Taksîm Dîsa Qedexe Bû û Mudaxaleya Polîsan Hebû


Polîsên Tirk rê nedan xwepêşanderan ku xwe bigehînin Taksîmê
Polîsên Tirk rê nedan xwepêşanderan ku xwe bigehînin Taksîmê

Tevî ku li gelek bajarên Tirkîyê karkeran bi aştîyane beşdarî li pîrozbahîyên 1’ê Gulanê kirin jî, li Stenbolê qedexeya li ser Meydana Taksîmê û mûdaxelaya tund a polîsan mohra xwe li Cejna Kedkar û Karkeran da.

Karbedestên hikûmetê û walîtîya Stenbolê berî çend rojan qedexeya li ser meydana Taksîmê ragihandibûn ku ew meydan jiber kuştinkarîya sala 1977’an a karkeran semboleke dîrokî ye.

Piranîya sendîkayên karkeran yên Tirkîyê roja cejnê ji çend hêlan ve xwestin bi awayekî girseyî xwe bigihînin Qada Taksîmê, lê ew ji alîyê polîsan ve hatin asteng kirin.

Polîsan li gelek deverên Stenbolê pêşîya karkerên diçûn Taksîmê girtin, bi gaza rondikrêj û ava şid mudaxeleyên tund li wan kirin.

Serokê Giştî yê Partîya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çiftyurek ku li pîrozbahîyên 1’ê Gulanê yên bajarê Semsûrê beşdarî bû, ji Dengê Amerîka re cejna karkeran nirxand.

“Em hêvî dikin di pêşerojê de li Kurdistanê jî mafên karker û kedkaran werin misogerkirin û qadên xebatê ji wan re werin vekirin.”

Çiftyurek qedexeya ser Meydana Taksîmê jî wiha şîrove kir.

“Hikûmeta Tirkîyê sîyaseteke xelet li ser Taksîmê dimeşîne. Divê karker, azadîxwaz û demokrasîxwaz hesabê van kiryaran li hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji wan bipirsin.”

ST_5_1_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:58 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG