Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girêdayî Mirina Freddie Gray Doz li Hember 6 Polîsan Hat Vekirin


Rûniştvanên taxa Sandtown ya Baltimore kêfxweşîya xwe bi biryara dozgera giştî ya ser mirina Gray dîyar dikin
Rûniştvanên taxa Sandtown ya Baltimore kêfxweşîya xwe bi biryara dozgera giştî ya ser mirina Gray dîyar dikin

Dozgera serekî ya bajarê Baltimore Marilyn Mosby îro Înê ragihand ku ew li hember 6 polîsan doz vedikin ku di binçavkirina Freddie Gray de cîh girtibûn.

Mosby got, vekolerên tendirustî giheştin wê encamê ku mirina Gray di dema bin çavdêrîya polîsan de kuştinkarî ye.

Mosby herwiha da zanîn ku zîyaneke mezin li stûyê Gray çêbûye, dema wî di 12'yê Nîsanê de, bi mînîbuseke polîsan dihat vediguhestin.

“Dema Gray dihat vediguhestin, qayişa wî ewlehîyê, wekî ku pêdivîbû, nehatibû girêdan û tevî ku hewce bû, daxwaza wî ya alîkarîya saxlemî ji alîyê polîsan ve hat piştguh kirin.”

Mosby dîyar kir ku desteserkirina Gray “illegal” bû jiber ku kêra li ser wî hate dîtin ne qedexe bû.

XS
SM
MD
LG