Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriye: Şervanên Opozisyonê Êrîşî Devereke Hikûmetê li Helebê Dikin


Taxeke Helebê. (Wêne ji arşîvê ye)
Taxeke Helebê. (Wêne ji arşîvê ye)

Dezgehên ragihandina rejîma Sûriyê raport dikin ku serhildêrên opozisyonê taxek li jêr kontrol hikûmetê li bajarê Helebê dane ber êrîşan û di encamê de bi kêmî 12 sivîl hatine kuştin, di nav wan de sê zarok.

Televizyona dewletê got, êrîşa ku 8 endamên heman malbatê tê de hain kuştin, herwiha 45 kesên din birîndar kir. Ajansa fermî ya nûçeyan jî li ser zarê karbidestekê polîs got ku sê zarok di wê êrîşê de hatine kuştin. Karbidestê ku navê wî nehate eşkerekirin herwiha got ku di encama êrîşê de xanî û dikan û trimbêlan gelek ziyan dîtin.

Lê çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov got ku di êrîşa serhildêran de li ser deverên hikûmetê bi kêmî pênc kes hatin kuştin. Çavdêriyê got, jimara kuştiyan dê her zêde bibe jiber ku hinek kesên birîndar di rewşeke metirsîdar de ne.

XS
SM
MD
LG