Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Bang li Talîbana Afganistanê Dike Beşdarî Gotûbêjên Aştiyê Bibe


Pakistanê bang li rêxistina Talîban ya Afganistanê kir ku operasyona xwe ya buharê rawestîne û li şûna wê dest bi gotûbêjên aştiyê ligel hikûmeta Kabulê bike.

Ev daxuyaniya bi riya karbidestekî Pakistanî tê, li vê dema ku karbidestên Afganî û yên Talîbanê û hinek keseyatiyên din li Qeterê jibo diyalogên nefermî lihev kom bûne.

Di nav kesên beşdar de, nûnerên Talîban, danûstandkarên aştiyê yên hikûmetê û çalakvanên aştiyê yên Afganî cih digirin. Kombûn du rojan li paytexta Qeter, Dewha, dirêj dike.

Karbidest li Pakistanê dibêjin, ew bi germahî li hêviya encamên van gotûbêjan dimînin. Ew herwiha didin zanîn ku Îslamabad piştgiriya hemû hewildanan dike, bi mebesta peydakirina çareseriyeke aştiyane jibo nakokiya li Afganistanê.

XS
SM
MD
LG