Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Berpirsiya Teqînên Bexdayê Dixe Stûyê Xwe


Rêxistina tundrê ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ) berpirsiya êrîşên bi trimbêlan yên derengî şevê li Bexdayê xiste stûyê xwe. Rêxistina terorîst got, wê mîlîşyayeke Şîa dikir armanc.

Di encama teqînên ku li paytexta Îraqê çê bûn de, bi kêmî 19 kes hatin kuştin. Herdu teqîn di nav 10 deqan de li devera Kerrada pêk hatin. Ev dever bi xwaringeh û çayxaneyên xwe tê nasîn.

Polîs got, piraniya kesên kuştî û birîndar miştiriyên bazarê bûn û kesên ku mirina Îmam Elî bibîr tanîn. Herwiha du polîsên trafîkê jî di nav kuştiyan de bûn.

Di vê hefteya borî de jimareke mezin ji teqînên bi trimbêlan li Bexdayê çê bûn.

XS
SM
MD
LG